Kurdish Student Association
KSA A 501(c)(3) non-profit
Hûn Bi Xwêr Hatin! Sima Xêr Amê! بەخێرهاتن Welcome!
About Us
KSA is a platform for Kurdish Undergraduate/Graduate Students and Scholars at the United States Universities.
Film Screening
Academic Panel
Cultural Event
Efendîno
Rahijin Teşkên Xwe
Rahijin Kincên Xwe, Postalên Xwe Û Şivqeyên Xwe
Çiyê We Hebe Li Ser Vê Axê Û We Çi Anîbe Bi Xwe Re:
Tenq, Top, Tiveng, Teyare…
Û We Çi Ava Kiribe: Dibistan, Qereqol, Dadgeh
Û Hepsên Bêdergeh, Zîndan Û Asaqgehên Têrguneh
Û Jinên Xwe Jî Esseh Efendîno, Zaruyên Xwe Jî :
Hebe Pîç Û Bêjiyên Ji Xwe Jî
Û Kuçikên Xwe Jî Bibin, Pisîk Û Çivîkên Xwe Jî
Û Ala Xwe Jî Ji Bîr Mekin Efendîno, Ala Xwe Jî
Tiştekî, Tiştekî Nehêlin Ji Kerema Xwe…
Hûn Ê Biçin
Hûn Ê Pişta Stûyê Xwe Bixurînin Û Biçin
Hûn Ê Biniçniçin Û Hûn Ê Biçin!
Biçin: Berî Kuç Û Kevir Di We Werbin
Biçin: Berî Ku Dayikên Kitansipî Tû Bikin Ser Çavên We
Û Hêj Ku Agir Vêneketiye J” Agir:
Hima Niha, Vê Kêlîkê, Ji Vir
Rahijin Teşkên Xwe
Û Biqeşitin Ji Vir, Efendîno!
Hûnê Biçin Efendîno, Hûnê Biçin
Berî Ku Hûn Bisekitin Se Se
Hima Rahijin Teşkên Xwe
Û
Biqeşitin!
Arjen Arî